Şueyb Felahî ji aliyê hêzên ewlehî ve li bajarê Merîwanê hate girtin

29 May 2024 15:44

Hengaw; Sêşemî 28ê Gulana 2024an

Welatiyekî Kurd ê xelkê Merîwanê yê bi navê Şueyb Felahî ji aliyê hêzên ewlehî yên Komara Îsalmî ya Îranê ve hate girtin.

Pêka rapora ku gihaye bi Saziya Mafê Mirovî ya Hengawê, roja Sêşemî 28ê Gulana 2024an, Şueyb Felahî yê temen 30 salî û xelkê gundê "Deretifî" yê girêdayî bajarê Merîwanê, piştî gazîkirin bo îdareya Îtilaata vî bajarî hate girtin.

Li gor gotina çavkaniyeke agehdar û nêzîk malbata Şueyb Felahî, hêzên îdareya Îtilaatê piştî binçavkirina vî welatiyê, êrîş kirine ser mala malbata wî û dest danîne ser kelûpelên şexsî yên navbirî yên weke kampiyûter û telefona wî û mala wî jî bi tevahî hatiye vekolînkirin.

Heta dema belavbûna vê nûçeyê, ji tohmetêm ku li dijî Şueyb Felahî hatinî sepandin û şêwaza ragirtina navbirî ti zanyariyeke serast li ber dest nîne.


Di vî warî de zêde bixwînin