Sînorê Banê; Kuştina kolberê 19 salî bi teqeya rasterast a hêzên sînorî

29 May 2024 16:03

Hengaw; Çarşemî 29ê Gulana 2024an

Kolberekî ciwan ê bi navê Sîna Resûlzade di dema kolberîyê de bi teqeya rasterast a hêzên leşkerî yên cihgir li ser sînorê Banê hate kuştin.

Pêka rapora ku gihaye bi Saziya Mafê Mirovî ya Hengawê, roja Sêşemî 28ê Gulana 2024an, hêzên sînorî li ser sînorê Sertezînê komek kolber dane ber gulleyan û di encamê de kolberekî 19 salî bi navê Sîna Resûlzade hate kuştin.

Navbirî xelkê gundê Nelasa Serdeştê ye û ji mewdaya nêzîk ve bûye armanca gulleyên kilaşînkofên hêzên leşker.

Çavkaniyên agehdar diyarî kirine ku termê Sîna Resûlzade ji bo nexwaşxaneya Selahedîn Eyûbî hatiye veguhastin.


Di vî warî de zêde bixwînin