Bokan; Hêmin Ateşter ji aliyê hêzên ewlehî ve hate girtin

29 May 2024 19:21

Hengaw; Sêşemî 28ê Gulana 2024an

Welatiyekî Kurd ê xelkê Bokanê yê bi navê Hêmin Ateşter ji aliyê hêzên ewlehî yên Komara Îsalmî ya Îranê ve hate girtin û bo cihekî nexuya hat veguhastin.

Pêka rapora ku gihaye bi Saziya Mafê Mirovî ya Hengawê, di cend rojên borî de, Hêmin Ateşter yê welatiyê xelkê gundê Çardîvar yê girêdayî bajarê Bokanê ji aliyê hêzên Îtilaata vî bajarî ve bi bê hebûna ti belgeyeke yasayî hate girtin û bo cihekî nexuya hate veguhastin.

Li gorî gotina çavkaniyeke agehdar, lipeyketinên malbata navbirî li derheq agehdarbûn ji rewşa yasayî û şêwaza ragirtina wî, heya niha bê encam maye.

Heta dema belavbûna vê nûçeyê, ti zanyariyeke serast ji sedemên girtin, tohmetên ku li dijî navbirî hatinî sepandin, cihê ragirtin û qedera wî welatiyê li ber dest nîne.


Di vî warî de zêde bixwînin