Merîwan; Kasibkarekî Kurd bi teqeya rasterast a hêzên leşkerî hate birîndarkirin

30 May 2024 12:20


Hengaw; Pêncşemî 30ê Gulana 2024an

Kasibkarekî Kurd ê xelkê bajarê Merîwanê yê bi navê Mihemed Xusrewî, bi teqeya rasterast a Hêzên Sînorî (Hengê Merzî) yên Komara Îslamî ya Îranê bi giranî hate birîndarkirin û piştî veguhastina wî bo nexweşxaneyê, rewşa tendirustiya wî bi xirabî hatiye ragihandin.

Pêka rapora ku gihaye bi Saziya Mafê Mirovî ya Hengawê, êvareya roja Duşemî 27ê Gulana 2024an, Mihemed Xusrewî yê bavê zarokek yek salî û xelkê gundê Başmax ê ser bi bajarê Merîwanê bi teqeya rasterast a hêzên sînorî di trombêla xwe de li Merîwanê hate birîndarkirin û piştre bo nexweşxaneyê hate veguhastin.

Li gor gotina çavkaniyeke agehdar, Mihemed Xusrewî ji aliyê movikên pişta xwe ve bi teqeya rasterast a hêzên sînorî hatiye birîndarkirin û niha di beşa lêrênîna taybet a nexweşxaneya Kewser a bajarê Sinê de hatiye razandin.

Vê çavkaniyê daye zanîn ku, du endamên hêzên sînorî yên Komara Îslamî ya Îranê yên bi navên Keywan Muezemî û kesekî din ê bi naznavê "Derîgwend" teqe li vî welatiyê kirine.


Di vî warî de zêde bixwînin