Şino; Sê welatiyên Kurd ji aliyê hêzên ewlehî ve hatine girtin

02 May 2024 19:08

Hengaw; Pêncşemî 2ê Gulana 2024an

Sê welatiyên Kurd û xelkê bajarê Şinoyê yên bi navên Mihemed Sultanpûr, Xefûr Şêxmihemedî û Ceifer Resûlî ji ber beşdarîkirin di merasimên taybet ên Newrozê de ji aliyê saziyên ewlehî yên Komara Îslamî ya Îranê ve hatine girtin.

Li gorî rapora ku gihaye bi Saziya Mafê Mirovî ya Hengawê, roja Sêşemî 28ê Nîsana 2024an, sê welatiyên bi navên Mihemed Sultanpûr ê xelkê gundê "De Şems", Xefûr Şêxmihemedî yê 50 salî û xelkê gundê "Aliyavê" û Ceifer Resûlî yê temen 36 salî li gundê "Bêmzurtê" yê ser bi bajarê Şinoyê ji aliyê hêzên îdareya Îtilaata Spaha Pasdaran ve hatine girtin.

Li gorî zanyariyên Hengawê, ev sê welatiyane di malên xwe de û bi awayekî hovane û bi bê ti belgeyeke yasayî hatine girtin.

Çavkaniyeke nêzîk malbata yek ji van sê welatiyane ji Hengawê re ragihandiye: "Ev her sê welatiyane ji ber lidarxistin û beşdarîkirin di rêûresmên Newrozê de hatine girtin.

Heta dema belavbûna vê nûçeyê, ti zanyariyeke serast derheq sedemên girtin, tohmetên ku li dijî van welatiyane hatinî sepandin û çarenivîsa van sê welatiyane li ber dest nîne.


Di vî warî de zêde bixwînin