Mirina Îbrahîm Reîsî; Secad Muradîwendan li Avdananê hate girtin

30 May 2024 14:33


Hengaw; Pêncşemî 30ê Gulana 2024an

Secad Muradîwendan, welatiyê Kurd û xelkê Avdananê û ji girtiyên tevgera Jin Jiyan Azadî carek din ji ber belavkirina mijarek derheq mirina Îbrahîm Reîsî hatine girtin.

Pêka rapora ku gihaye bi Saziya Mafê Mirovî ya Hengawê, roja Çarşemî 29ê Gulana 2024an, Secad Muradîwendan ê welatiyê Kurd û xelkê Avdananê piştî gazîkirin ji aliyê dadgeha vî bajarî ve hate girtin.

Li gor gotina çavkaniyeke agehdar, Secad Muradîwendan piştî ku hatiye girtin bo girtîgeha Mahpareyê Derewşar hatiye veguhastin.


Heman çavkaniyê diyar kiriye ku, girtina Secad Muradîwendan ji ber belavkirina mijarek derheq mirina Îbrahîm Reîsî li ser tora civakî ya Instagramê bûye.

Navbirî sala borî jî, ji aliyê Taya Du a Dadgeha Şoreş a Îlamê ve bi tohmetên wek têkdana raya giştî û bêrêzîkirin bi Xamineyî hatibû girtin.

Secad Muradîwendan roja Çarşemî 5ê Nîsana 2023an, piştî 20 roj gireva birçîbûnê bi danîna barimteya 300 milyon Tumenî û bi awayekî demkî heta dawî qonxên dadgehê hatibû berdan. Navbirî 31ê Çileya 2023an, ji aliyê hêzên ewlehî ve li “Mescid Sulêmanê” hatibû girtin.


Di vî warî de zêde bixwînin