Tirkiya; Çarenivîsa Elîriza Celîliyan piştî derxistin ji kempa dîportkirinê nediyar e

31 May 2024 12:02

Hengaw; Înê 31ê Gulana 2024an

Elîriza Celîliyan penaberê Kurd û xelkê Koyeşt ê ser bi parêzgeha Loristanê ku di vê dawiyê de piştî sê salan ji kempa dîportkirinê ya Tirkiyê hatiye derxistin û ji bo derveyê kempê hatiye veguhastin, çarenivîsa wî diyar nîne.

Li gorî rapora ku gihaye bi Saziya Mafê Mirovî ya Hengawê, roja Duşemî 27ê Gulana 2024an, Elîriza Celîliyan ê penaberê Kurd ê temen 41 salî ji kempa Krîk Kale bo cîhekî nediyar hatiye veguhastin û ev yeka jî nîgeraniyeke kûr derbarê çarenivîsa navbirî lêketiye.

Piştî derbasbûna sê rojan ji derxistina nabirî ji kempê ti zanyariyeke derbarê qeder û çarenivîsa navbirî ber dest nîne û egera radestkirina navbirî ji bo Îranê zêde ye.

Hêjayî gotinê ye ku ev penaberê Kurd berê ji aliyê Dezgeha Dadwerî ya Komara Îslamî ya Îranê ve bi tohmeta kuştina birêveberê polîsê bajarê Şabadê bi darvekirinê hatibû sizadan û bi egera radestkirina wî bo Îranê jiyana wî di metirsiyê de ye.

Elîriza Celîliyan di sala 2019an de, dema ku ji Îranê derdiket bi teqeya hêzên ewlehî li ser sînorê Îran û Tirkiyê hatibû birîndarkirin.


Di vî warî de zêde bixwînin