Sînorê Seqizê; Kolberek di mewdaya 1 metriyê de bi teqeya rasterast a hêzên leşkerî hate kuştin

02 May 2024 20:06


Hengaw; Pêncşemî 2ê Gulana 2024an

Kolberekî xelkê Seqizê yê bi navê Hêmin Ehmedî ku bavê keçeke 8 salî ye, di dema kolberiyê de li sînorê Bestam ê vî bajarî ji mewdayeke nêzîk ve û bi teqeya rasterast a hêzên leşkerî hate kuştin.

Li gorî rapora ku gihaye bi Saziya Mafê Mirovî ya Hengawê, roja Çarşemî 1ê Gulana 2024an, koberekî xelkê gundê "Karêze" yê ser bi Seqizê yê bi navê Hêmin Ehmedî yê temen 45 salî di dema kolberiyê de li ser sînorê Bestam ê vî bajarî, bi gulleyên rasterast ên hêzên leşkerî yên Komara Îslamî ya Îranê hate kuştin.

Li gorî zanyariyên Hengawê, ev kolbere li mewdaya yek metriyê û ji aliyê zik û nêzîkê dilê xwe ve bûye armanca gulleyên kilaşînkofên hêzên leşkerî.

Hêmin Ehmdî xîzandar û bavê keçeke 8 salî bûye.

Li gorî amarên Hengawê, di heyama meha Nîsana 2024an de, herî kêm 4 kolber li ser sînorên Kurdistanê hatine kuştin û 33 kolber jî hatine birîndarkirin ku %92 ji van bûyeran bi gulleyên rasterast ên hêzên leşkerî hatine kuştin û birîndarkirin.


Di vî warî de zêde bixwînin