Girtîgeha Makûyê; Raporek derheq dawî rewşa Mihemed Bîrdal ê girtiyê siyasî yê Kurd

01 June 2024 18:03

Hengaw; Şemî 1ê Hezîrana 2024an


Mihemed Bîrdal, girtiyê siyasî yê Kurd û welatiyê Bakurê Kurdstanê, tevî ku 2 sal û 10 meh ji sizayê girtîgeha wî derbas dibe, lê heya niha ji mafê mirexesiyê hatiye bêpare.

Pêka rapora ku gihaye bi Saziya Mafê Mirovî ya Hengawê, Mihemed Bîrdal yê 41 salî û girtiyê siyasî yê Kurd û xelkê bajarê Bazîdê yê ser bi Bakurê Kurdistanê ku di girtîgeha navendî ya Makûyî de sizayê xwe yê 4 sal girtîgehê derbas dike, tevî derbaskirina 1013 roj ji sizayê girtîgehê, bi bê dana mirexesiyê di vê girtîgehê de hatiye ragirtin.

Ev welatiyê Kurd roja 21ê Tebaxa 2021an, di dema vegerîna bo Tirkiyê de li sînorê Bazirganê ji aliyê hêzên ewlehî ve hatibû girtin û ji bo girtîgeha Îtilaata Spaha Pasdaran li Urmiyê hatibû veguhastin; navbirî di heyama binçavkirinê de ji mafê xwe yê destpêregihîştin bi parêzer û hevdîtin bi malbata xwe re hatibû bêparkirin. 

Navbirî li Tebaxa 2022an, ji aliyê Taya 101 a Dadgeha Keyferî ya Makûyê ve bi tohmeta hevkarî ligel PKK û hewldan li dijî ewlehiya netewî û dabînkirina hevkariyên madî ji bo hêzên dijber bi giştî bi 16 sal girtîgehê hatibû sizadan. Bi bikarbirina yasaya sizayan, sizayê 4 sal girtîgehê dê bi rê ve biçe.


Di vî warî de zêde bixwînin