Girtina 4 çalkvanên olî ji aliyê hêzên ewlehî ve li bajarê Bokanê

04 June 2024 11:38

Hengaw; Duşemî 3ê Hezîrana 2024an

Kawe Seîdzade, Ako Zeynebî, Yûsif Mewleyî û çalakvanekî din yê olî bi navê Dr. Îsmayîl ji aliyê hêzên ewlehî ve li bajarê Bokanê hatine girtin.
    
Pêka rapora ku gihaye bi Saziya Mafê Mirovî ya Hengawê, roja Înê 31ê Gulana 2024an, Kawe Seîdzade yê temen 40 salî, Ako Zeynebî yê temen 34 salî, Îsmayîl (paşnavê wî nediyar e) naskirî bi Dr. Îsmaîl yê temen 34 salî, Yûsif Mewlayî ji wan çalakvanên olî ne ku ji aliyê hêzên Îtilaatê ve hatine girtin. 

Li gor gotina çavkaniyeke agehdar, Kawe Seîdzade, Ako Zeynebî û Îsmayîl roja Înê û di malên xwe de hatine girtin û Yûsif Mewlayî jî di heman rojê de li dema vegerîn ji rêwîngiyê ligel hevjîna xwe hatiye girtin.

Heta dema belavbûna vê nûçeyê, ti zanyariyeke serast ji qeder û cihê ragirtina wan welatiyane li ber dest nîne.


Di vî warî de zêde bixwînin