Sînorê Merîwnê; Kolberek bi teqeya rasterast a hêzên leşkerî hate birîndarkirin

04 June 2024 19:37

Hengaw; Sêşemî 4ê Hezîrana 2024an

Roja borî kolberekî Kurd ê xelkê Merîwanê yê bi navê Muzefer Esedrox di dema kolberiyê de li ser sînorên vî bajarî bi teqeya rasterast a hêzên leşkerî bi giranî hate birîndarkirin û niha di nexweşxaneya Fecr ya vî bajarî de, di bin çavdêriya pizîşkî de ye.

Pêka rapora ku gihaye bi Saziya Mafê Mirovî ya Hengawê, roja Duşemî 3ê Hezîrana 2024an, di encama gullereşandina hêzên leşkerî yên cihgir li ser sînorê "Sawcî" yê ser bi Merîwanê kolberekî temen 44 salî yê bi navê Muzefer Esedrox bi giranî hate birîndarkirin.

Li gor gotina çavkaniyeke agehdar, Muzefer Esedrox ji aliyê lingê xwe ve bi giranî hatiye birîndarkirn û bo nexweşxaneya Fecr a Merîwanê hatiye veguhastin û niha di bin çavdêriya pizîşkî de ye.

Muzefer Esedrox ê xelkê gundê "Çawig" ê ser bi Merîwanê, xîzandar û bavê du zarokan e.


Di vî warî de zêde bixwînin