Kolberek bi teqeya rasterast a hêzên leşkerî li sînorê Banê hate birîndarkirin

05 June 2024 11:03

Hengaw;Çarşemî 5ê Hezîrana 2024an

Kolberekî ciwan ê xelkê Seqizê yê bi navê Perwîz Qadirî li ser sînorê Banê bi teqeya rasterast a hêzên leşkerî yên Komara Îslamî ya Îranê  bi giranî hate birîndarkirin.

Pêka rapora ku gihaye bi Saziya Mafê Mirovî ya Hengawê, roja Sêşemî 4ê Hezîrana 2024an, Perwîz Qadirî yê temen 29 salî û xelkê bajarê Seqizê li ser sînorê Nîrwan yê Banê bi teqeya rasterast a hêzên leşkerî yên Komara Îslamî ya Îranê bi giranî hate birîndarkirin.

Li gor gotina çavkaniyên agehdar, ev kolberê Kurd piştî wê ku ji aliyê pê xwe ve hatiye birîndarkirin, bo yek ji navendên dermanî yên bajarê Sinê hatiye veguhastin û rewşa tendirustiya navbirî xirab hatiye ragihadin.


Di vî warî de zêde bixwînin