Sînorê Newsûdê; Kolberekî ciwan bi teqeya rasterast a hêzên leşkerî hate kuştin

06 June 2024 11:58


Hengaw; Pêncşemî 6ê Hezîrana 2024an

Kolberekî ciwan ê Kurd û xelkê bajarê Ciwanroyê yê bi navê Hejîr Mehmûdpûr di dema kolberiyê de li ser sînorê Newsûdê yê ser bi parêzgeha Kirmaşanê bi teqeya rasterast a hêzên leşkerî hate kuştin. 

Pêka rapora ku gihaye bi Saziya Mafê Mirovî ya Hengawê, sibêdeha roja Çarşemî 5ê Hezîrana 2024an, kolberekî ciwan ê xelkê gundê "Pûyne" yê girêdayî bajarê Ciwanroyê, ji ber kûrahiya birînên xwe li nexweşxaneya "Quds" a bajarê Pawê canê xwe ji dest da. 

Li gor gotina çavkaniyeke agehdar, Hejîr Mehmûdpûr êvareya roja borî di dema kolberoyê de li bilindahiya sînorê Newsûdê bi teqeya rasterast a hêzên leşkerî bi giranî hatibû birîndarkirin û bo navendên dermanî hatibû veguhastin. 

Herwiha di rojên borî de jî, kolberekî din ê bi navê Selah (paşnavê wî nediyar e) di dema kolberiyê de li ser sînorê Merîwanê bi teqeya rasterast a hêzên leşkerî bi giranî hatibû birîndarkirin. Navbirî xelkê gundê "Halojan" ê ser bi bajarê Sewlavayê ye.

Li gorî amarên tomarkirî li Navenda Amar û Belgeyan a Saziya Mafê Mirovî ya Hengawê, di heyama meha Gulana îsal de, herî kêm 8 kolber û kasibkarên Kurd bi teqeya rasterast a hêzên leşkerî yên Komara Îslamî ya Îranê hatine kuştin.


Di vî warî de zêde bixwînin