Riza Bebrnijad ji endamê malbatên dadxwaz carek din hate girtin

06 June 2024 23:47


Hengaw; Pêncşemî 6ê Hezîrana 2024an

Riza Bebrnijad, welatiyê Kurd yê xelkê Qoçanê û endamê malbatên dadxwaz û birayê Mêhdî Bebrnijad yek ji canjidestdayiyên tevgera Jin Jiyan Azadî di heyama 20 rojan de tenê 5 rojan piştî berdana demkî carek din hate girtin.

Li gor rapora ku gihaye bi Saziya Mafê Mirovî ya Hengawê, roja Pêncşemî 6ê Hezîrana 2024an, Riza Bebrnijad ji endamê malbatên dadxwaz û birayê Mêhdî Bebrnijad yek ji canjidestdayiyên tevgera Jin Jiyan Azadî ji bo cara duyê di heyama 20 rojên borî de ji aliyê hêzên ewlehî ve hate girtin û bo girtîgeha bajarê Qoçanê hate veguhastin.

Riza Bebrnijad roja Şemî 1ê Hezîrana 2024an, piştî 13 rojan di girtîgeha bajarê Qoçanê de bi danîna barimteyê bi awayekî demkî heta dawî qonxên dadgehê hatibû berdan.

Beriya niha roja 20ê Gulana 2024an, hêzên îdareya Îtilaatê êrîş kirine ser mala Riza Bebrnijad û bi bê hebûna ti belgeyek yasayî navbirî bi awayekî hovane binçav kirin û bo cihekî nexuya veguhastin.


Hengawê berê di raporekê de diyarî kiribû ku, hêzên Îtilaatê ji ber ku navbirî postek derheq mirina Îbrahîm Reîsî di nav torên civakî de belav kiribû hatiye girtin û ti zanyariyeke serast ji qeder û cihê ragirtina vî welatiyê li ber dest nîne

Hêjayî gotinê ye ku Riza Bebrnijad li naverasta sala borî û hevdem ligel salroja jidayîkbûna biryê xwe yê canjidestdayî ji aliyê Îtilaata bajarê Qoçanê ve hatibû girtin 

Mêhdî Bebrnijad welatiyê Kurd yê temen 22 salî roja 21ê Îlona 2022an, di meşa tevgera Jin Jiyan Azadî de li vî bajarî bi gulleyên hêzên ewlehî hatibû kuştin


Di vî warî de zêde bixwînin