Sizayê darvekirina du girtiyan li girtîgeha Zencanê hate cîbicîkirin

08 June 2024 19:25


Hengaw; Şemî 8ê Hezîrana 2024an

Sizayê darvekirina 2 girtiyên bi navên Nadir Xusrewî yê xelkê Qezwînê û Nesrulah Eyûbî yê xelkê Ehwazê ku beriya niha bi tohmeta pêwendîdar bi madeyên hişber bi darvekirinê hatibûne sizadan, li girtîgeha navendî ya Zencanê hate cîbicîkirin.

Pêka rapora ku gihaye bi Saziya Mafê Mirovî ya Hengawê, sibêdeha roja Çarşemî 5ê Hezîrana 2024an, du girtî yên bi navên Nesrulah Eyûbî yê temen 27 salî yê hevwelatiyê Ereb û herwisa xelkê Ehwazê û Nadir Xusrewî yê temen 33 salî yê hevwelatiyê Tirk û xelkê Qezwînê li girtîgeha navendî ya Zencanê hatine darvekirin.

Nesrulah Eyûbî du sal berî niha û Nadir Xusrewî sê sal beriya niha di du dosyeyên cuda de hatibûne girtin û ji aliyê Dezgeha Dadwerî ya Komara Îsalmî ya Îranê ve bi tohmeta pêwendîdar bi madên hişber bi darvekirinê hatibûne sizadan.

Nûçeya darvekirina van du girtiyane heta dema belavbûna vê nûçeyê, di medyayên hikûmetî û nemaze medyayên nêzî Dezgeha Dadwerî de nehatiye belavkirin.


Di vî warî de zêde bixwînin