Urmiye; Welatiyek Kurd ji aliyê hêzên ewlehî ve hate girtin

09 June 2024 18:28

Hengaw; Yekşemî 9ê Hezîrana 2024an

Welatiyekî Kurd ê bi navê Yûnis Nebîzade li bajarê Urmiyê ji aliyê hêzên ewlehî yên Komara Îslamî ya Îranê ve hate girtin û bo cihekî nediyar hate veguhastin.

Pêka rapora ku gihaye bi Saziya Mafê Mirovî ya Hengawê, roja Pêncşemî 6ê Hezîrana 2024an, Yûnis Nebîzade yê 35 salî û xelkê gundê “Delo” yê ser bi Dizeya Dolê ya Urmiyê bi bê hebûna belgeyên yasayî ji aliyê hêzên ewlehî ve li bajarê Urmiyê hate girtin û bo cihekî nexuya hate veguhastin.

Pêka gotina çavkaniyeke agehdar, hêzên ewlehî piştî girtina Yûnis Nebîzade li bajarê Urmiyê, êrîşî ser mala wî kirine û dest avêtine bi vekolînê. 

Heta dema belavbûna vê nûçeyê, zanyariyeke serast ji sedema girtin û tohmetên li dijî wî hatinî sepandin û cihê ragirtina wî ber dest nîne.


Di vî warî de zêde bixwînin