Sehne; Ferhad Beygî Girosî ji girtiyê tevgera Jin Jiyan Azadî dawî bi jiyana xwe anî

10 June 2024 16:34

Hengaw; Duşemî 10ê Hezîrana 2024an

Ferhad Beygî Girosî yê welatiyê Kurd ê peyrewê ola Yarsan û ji girtiyê tevgera "Jin Jiyan Azadî" li bajarê Sehnê yê girêdayî parêzgeha Kirmaşanê, ji ber zext û givaşên berdewam ên Komara Îslamî ya Îranê û herwiha gazîkirin bi mebesta binçavkirin û veguhastina navbirî bo girtîgeha Evînê, hewla xwekujiyê da û canê xwe ji dest da.

Pêka rapora ku gihaye bi Saziya Mafê Mirovî ya Hengawê, roja Şemî 8ê Hezîrana 2024an, Ferhad Beygî Girosî yê welatiyê Kurd ê temen 21 û yê peyrewa ola Yarsan, ku di meşa tevgera "Jin Jiyan Azadî" de zêdetirî ji salekê hatibû girtin, di mala xwe de li bajarê Sehnê dawî bi jiyana xwe anî.

Li gor çavkaniyeke agehdar, di heyama çar mehên borî de Ferhad Beygî Girosî di bin zext û givaşên berdewam ên saziyên ewlehiyê yên Komara Îslamî ya Îranê de bûye û di vê dawiyê de jê re hatiye ragihandin ku divê xwe bi girtîgeha Dîzilava ya Kirmaşanê bide naskirin û li wir jî bo girtîgeha Evîn a Tehranê bê veguhastin.

Hêjayê behskirinê ye ku Fergad Beygî Girosî, Payîza sala 2022an û di meşa tevgera Jin Jiyan Azadî de hatibû girtin û Zivistana borî piştî zêdet ji salekê binçavkirinê bi danîna barimteyê û bi awayekî demkî heta birêveçûna kombûna dadgehê hatibû berdan. Navbirî bi beşdarîkirin di kuştina Nadir Bayramî yê Serokê Îtilaata Spaha Sehnê de hatibû tohmetbarkirin.

Riza Resayî jî bi heman tohmetê bi darvekirinê hatiye sizadan û niha di girtîgeha Dîzilava ya Kirmaşanê de ye.


Di vî warî de zêde bixwînin