Îlam; Gazîkirin û gefxwarin li birayê Jakan Baran

11 June 2024 15:12

Hengaw; Sêşemî 11ê Hezîrana 2024an

Hesen Baqirî yê birayê Husên Baqirî (Jakan Baran), bo dadgeha Îlamê hatiye gazîkirin û rastî gef û lêpirsînê hatiye. Ev gazîkirine di halekê de ye ku herwisa çarenivîsa birayê wî, Jakan Baran ku ji hevkarên Hengawê ye, ti zanyariyek li ber dest nîne û egera bêserûşûnkirina bi zorê ya navbirî ji aliyê Komara Îslamî ya Îranê ve bi şêweyekî micid di holê de ye.

Pêka rapora ku gihaye bi Saziya Mafê Mirovî ya Hengawê, roja Yekşemî 9ê Hezîrana 2024an, Hesen Baqirî yê temen 41 salî bo dadgeha Îlamê hatiye gazîkirin û piştî sê demjimêr lêpirsînê û ragihandina tohmeta "hewldan li dijî ewlehiya netewî" bi danîna barimteyê bi awayekî demkî hatiye berdan.

Li gor çavkaniyeke nêzîk malbata Baqirî, li dadgeha Îlamê derheq lipeyketina çarenivîsa birayê xwe û derketin ji welat bi Hesen Baqirî re hişdarî hatiye danê.

Rewşa Husên Baqirî yê naskirî bi "Jakan Baran", helbestvan, çalakvanê sivîl û siyasî û hevkarê Saziya Mafê Mirovî ya Hengawê, piştî derbasbûna sê mehan herwisa nediyar e û egera qurbanîbûna navbirî ji aliyê siyaseta bêserûşûnkirina bi zorê ya Komara Îslamî ya Îranê ve heye.

Hêjayî behskirinê ye ku Hesen Baqirî roja Sêşemî 6ê Kanûna 2022an jî, di meşa tevgera Jin Jiyan Azadî de digel xwîşka xwe Ferîba Baqirî ji aliyê hêzên ewlehî ve hatibû girtin.


Di vî warî de zêde bixwînin