Atina Ferqdanî, kartonîsta xelka Tehranê bi şeş sal girtîgehê hate sizadan

11 June 2024 20:23

Hengaw; Sêşemî 11ê Hezîrana 2024an

Atina Ferqdanî, kartonîsta girtî di beşa jinan a girtîgeha Evînê de, ji aliyê Dezgeha Dadwerî ya Komara Îslamî ya Îranê ve bi giştî bi 6 sal girtîgehê hate sizadan.

Pêka rapora ku gihaye bi Saziya Mafê Mirovî ya Hengawê, Atina Ferqdanî ji aliyê Taya 26 a Dadgeha Şoreş a Tehranê ve bi tohmeta "bêrêzîkirin bi pîroziyên olî" bi 5 sal girtîgehê û bi tohmeta "propagendekirin li dijî hikûmetê" bi salek girtîgehê hate sizadan.

Mihemed Moqîmî yê Parêzerê Atina Ferqdanî, li ser rûpela xwe tevî tekezîkirin li ser nimayişbûna dadgehê, herwiha daye zanîn: "Dadgeh bi hênceta hejmara sizayan, sizayê herî giran di her du tohmetên ku hatî îşarekirin de li ber çav girtiye".

Atina Ferqdanî ya girtiya siyasî ya berê, roja 13ê Nîsana îsal, dema ku yek ji berhemên xwe li ser dîwara şeqama Pastor a Tehranê diliqand, bi awayekî tundûtîjî hatibû girtin.

Navbirî di Tebaxa sala 2014an de jî bi tohmeta "çalakî li dijî Komara Îslamî ya Îranê" û "bêrêzîkirin bi nûnerên parlemenê bi rêya çêkirina karîkatoran ve" 12 sal û 9 meh girtîgeh bi ser de hatibû sepandin.

Sizayê girtîgeha vê hunermenda kartonîst, piştî nêzî du salan li Dadgeha Pêdaçûnê bo 18 mehan hatibû kêmkirin û navbirî di dawiyê de li Gulana sala 2016ê ji girtîgehê hatibû berdan.


Di vî warî de zêde bixwînin