Kolberek li ser sînorê Banê hate birîndarkirin

12 June 2024 21:27

Hengaw; Çarşemî 12ê Hezîrana 2024an

Kolberekî ciwan ê xelkê Seqizê yê bi navê Arman Husênî di dema kolberiyê de li ser sînorê Banê bi teqeya rasterast a hêzên leşkerî bi giranî hate birîndarkirin û ji bo dermankirinê bo navendên dermanî yên bajarê Tewrêzê hate veguhastin.

Pêka rapora ku gihaye bi Saziya Mafê Mirovî ya Hengawê, êvareya roja Duşemî 11ê Hezîrana 2024an, hêzên leşkerî li ser sînorê "Sertezîn" ê ser bi Banê komek kolber dane ber gulleyan û kolberekî Kurd ê bi navê Arman Husênî yê 26 salî û xelkê bajarê Seqizê bi giranî hate birîndarkirin.

Li gor gotina çavkaniyeke agehdar, Arman Husênî ji ber kûrahiya birînên xwe bo yek ji navendên dermanî li bajarê Tewrêzê hate veguhastin.


Di vî warî de zêde bixwînin