Mihemedemîn Mihemedî welatiyê 61 salî bo birêvebirina sizayê girtîgehê hatine binçavkirin

13 June 2024 10:20


Hengaw; Pêncşemî 13ê Hezîrana 2024an

Mihemedemîn Mihemedî, welatiyê 61 salî û xelkê bajarê Pîranşarê bo birêvebirina sizayê du sal girtîgehê hate binçavkirin û bo girtîgeha Nexedê hate veguhastin.

Pêka rapora ku gihaye bi Saziya Mafê Mirovî ya Hengawê, roja Duşemî 10ê Hezîrana 2024an, Mihemedemîn Mihemedî naskirî bi Mîneyê Mela Bayizî û xelkê gundê Temerçîn yê girêdayî bajarê Pîranşarê hate binçavkirin û bo girtîgeha Nexedê hate veguhastin

Navbirî beriya niha ji aliyê Dadgeha Şoreş a Piranşarê ve bi tohmên hevkarî ligel Hizba Demokrat a Kurdistana Îranê bi du sal girtîgehê hatiye sizadan.

Ev welatiyê Kurd roja Duşemî 4ê Îlona 2023an, ji aliyê hêzên ewlehî ve bi awayekî hovane hatibû girtin û bo girtîgeha îdareya Îtilaata Urmiyê hatibû veguhastin.

Navbirî piştî 75 rojan bi danîna barimteyê bi awayekî demkî heta dawî qonxên dadgehê hatibû berdan.


Di vî warî de zêde bixwînin