Dîwandere; Ferîd Badîdest ji aliyê hêzên ewlehî ve hate girtin

13 June 2024 12:15

Hengaw; Pêncşemî 13ê Hezîrana 2024an

Welatiyekî Kurd ê bi navê Ferîd Badîdest û xelkê bajarê Dîwanderê, ji aliyê hêzên ewlehî yên Komara Îslamî ya Îranê ve hate girtin.

Pêka rapora ku gihaye bi Saziya Mafê Mirovî ya Hengawê, roja Çarşemî 12ê Hezîrana 2024an, Ferîd Badîdest yê xelkê Dîwanderê di mala xwe de li vî bajarî ji aliyê hêzên ewlehî ve hate girtin.

Pêka gotina çavkaniyeke agehdar, hêzên ewlehî êrîşî ser mala Ferîd Badîdest kirine û bi bê hebûna ti belgeyeke yasayî û bi awayekî hovane navbirî binçav kirine. 

Ev welatiyê han piştî binçavkirinê bo cihekî nexuya hatiye veguhastin û heta niha ji sedema girtin û herwiha tohmetên ku li dijî navbirî hatinî sepandin ti zanyariyek li ber dest nîne.


Di vî warî de zêde bixwînin