Urmiye; Sûsen Hesenzade ya mamosteya zimanê Kurdî bi barimteyê hate berdan

13 June 2024 12:21

Hengaw; Pêncşemî 13ê Hezîrana 2024an

Sûsen Hesenzade, çalakvana medenî û mamosteya zimanê Kurdî ya xelka bajarê Bokanê, piştî 28 roj girtin bi danîna barimteyê ji girtîgeha navendî ya Urmiyê hate berdan.

Pêka rapora ku gihaye bi Saziya Mafê Mirovî ya Hengawê, roja Çarşemî 12ê Hezîrana 2024an, Sûsen Hezenzade ya çalakvana medenî û mamosteya zimanê Kurdî ya xelka bajarê Bokanê, bi danîna barimteya 800 milyon Tumenî bi awayekî demkî heta dawî qonaxên dadgehê ji girtîgeha navendî ya Urmiyê hate berdan.

Hêjayî gotinê ye ku, li rêkefta 15ê Gulana 2024an, hêzên îdareya Îtilaatê êrîşî ser mala vê welatiya Kurd kiribûn û bi awayekî hovane û tundûtîjî û bi bê hebûna ti belgeyeke yasayî ew binçav kiribûn û mala wê jî vekolîn kiribûn.

Hengaw agehdar bûye ku, Sûsen Hesenzade di heyama binçavkirinê de ji mafê destpêregihîştin bi parêzer hatibû bêparkirin û tenê pêwendiyeke kurt a telefonî bi malbata xwe re hebû.


Di vî warî de zêde bixwînin