Kereç; Girtin û nediyarbûna çarenivîsa Ferux Kakeyî

14 June 2024 10:01

Hengaw; Înê 14ê Hezîrana 2024an

Ferux Kakeyî yê nûbawerê ola Xirîstiyan û xelkê Kirmaşanê û rûniştiyê bajarê Kereçê tevî derbasbûna 19 roj ji girtina wî heya niha jî çarenivîsa wî nediyar e.

Pêka rapora ku gihaye bi Saziya Mafê Mirovî ya Hengawê, Ferux Kakeyî yê temenê 54 salî û bavê du zarokan ku roja Yekşemî 26ê Gulana 2024an ji aliyê hêzên Îtilaata Kereçê ve hatibû girtin, hê jî çarenivîsa wî nediyar e.

Pêka gotina çavkaniyeke agehdar, hêzên Îtilaatê di dema vekolîna mala navbirî de dest danîbûne ser telefon, lebtab û hin tiştên wî yên şexsî.

Ferux Kakeyî ji dema ku hatiye girtin heya niha, tenê du caran kariye ligel malbata xwe bi kurtî biaxive û di nav gotinên xwe de diyarî kiriye ku nizane li kuderê tê ragirtin.


Di vî warî de zêde bixwînin