Jinek li Pîranşarê bi destê mêrê xwe hate kuştin

16 June 2024 14:00

Hengaw; Yekşemî 16ê Hezîrana 2024an

Jineke ciwan a xelka Pîranşarê ya bi navê Leyla Paymuzd ku di yek ji malên nav baxên nêzî vî bajarî de bi destê mêrê xwe hatibû şewitandin, piştî çar rojan canê xwe ji dest da.

Pêka rapora ku gihaye bi Saziya Mafê Mirovî ya Hengawê, sibêdeha roja Yekşemî 16ê Hezîrana 2024an, Leyla Paymuzd a 32 salî û xelka gundê “Xurinc” ê ser bi bajarê Pîranşarê ji ber şewata zêde (serweyê %90) di yek ji navendên dermanî yên bajarê Urmiyê de canê xwe ji dest da.

Ev jina qurbanî ku dayîka du keçan bûye, roja Çarşemî 12ê Hezîrana 2024an bi destê mêrê xwe yê bi navê Murad Resûl Rewendê di maleke nav baxekê de li taxa Karşan bi rijandina benzînê hatibû şewitandin.

Van herdu jin û mêran beriya niha jî bi hev re pirsgirêk hebûn û Leyla Paymuzd di vê dawiyê de piştî çend mehan ku vegeriyabû mala dê û bavê xwe, bi navbendçiya rihspiyan cardin vegeriyabû cem mêrê xwe.

Kesê tawanbar piştî vê tawanê, peykera şewitî ya jina xwe li hember mala bavê wê bi cih hêlabû û bi xwe jî reviyabû. Jina şewitî bi hevkariya malbata wê bi helîkopterê bo navendên dermanî li bajarê Urmiyê hatibû veguhastin.


Di vî warî de zêde bixwînin