Jinkujî; Raporek ji kuştina Mehdêse Mîrzayî ji aliyê hevjînê wê yê berê ve li Kirmaşanê

15 July 2025 10:38

Hengaw; Sêşemî 15ê Tîrmeha 2025an

Jineke ciwan a bi navê Mehdêse Mîrzayî, ji aliyê hevjînê xwe yê berê ve li bajarê Kirmaşanê hate kuştin. Bikuj ji aliyê hêzên Întizamî ve hatiye girtin.

Li gorî rapora ku gihaye bi Saziya Mafê Mirovî ya Hengawê, roja Yekşemî 13ê Tîrmeha 2025an, jineke 30 salî ya bi navê Mehdêse Mîrzayî ya xelka Kirmaşanê ji aliyê hevjînê xwe yê berê ve yê bi navê Mihemed Keremî hate kuştin.

Li gorî çavkaniyeke agehdar, bikuj ku hevjînê berê yê Mehdêse Mîrzayî ye, navbirî bi soza gotûbêjkirinê li derheq veger li ser jiyana hevbeş, bo hevdîtinê vexwendiye û piştî nîqaş û pevçûnê, Mehdêse kuştiye.

Hêjayî gotinê ye ku, Mehdêse Mîrzayî dayîka kurek pênc salî bû, û termê wê êvareya heman rojê li goristana Çara Mercan a Kirmaşanê hatiye biaxspartin.

 

Source:

Di vî warî de zêde bixwînin