Osman Gelawêjî li bajarê Pîranşarê ji aliyê hêzên ewlehî ve hate girtin

02 June 2024 08:22

Hengaw; YekŞemî 2ê Hezîrana 2024an

Welatiyekî Kurd ê xelkê bajarê Pîranşarê yê bi navê Osman Gelawêjî li dawiya hefteya borî ji aliyê hêzên ewlehî yên Komara Îslamî ya Îranê ve hatiye girtin û çarenivîsa wî nexuya ye.

Pêka rapora ku gihaye bi Saziya Mafê Mirovî ya Hengawê, roja Pêncşemî 30 Gulana 2024an, hêzên Îtilaatê êrîşî ser mala Osman Gelawêjî yê xelkê bajarê Pîranşarê dikin û navbirî binçav dikin û bo cihekî nexuya vediguhazînin.

Pêka gotina çavkaniyeke agehdar, hêzên Îtilaatê bi bê hebûna ti belgeyeke yasayî Osman Gelawêjî binçav kirine û dest bi ser telefona navbirî de jî girtine.

Heta dema belavbûna vê nûçeyê, ji sedema girtin, cihê ragirtin û rewşa navbirî û tohmetên li dijî wî hatinî sepandin, ti zanyariyek ber dest nîne.


Di vî warî de zêde bixwînin