Merîwan; Girtin û nediyarbûna çarenivîsa Heyder Fetahî

16 June 2024 19:13

Hengaw; Yekşemî 16ê Hezîrana 2024an

Welatiyekî Kurd ê xelkê bajarê Merîwanê yê bi navê Heyder Fetahî, ku hefteyek berî niha ji aliyê hêzên ewlehî yên Komara Îslamî ya Îranê ve hatibû girtin, heya niha çarenivîsa wî nediyar e.

Pêka rapora ku gihaye bi Saziya Mafê Mirovî ya Hengawê, demjimêrên destpêkê yên roja Yekşemî 9ê Hezîrana 2024an, Heyder Fetahî yê temen 43 salî û xelkê bajarê Merîwanê ji aliyê îdareya Îtilaatê ve li cihê karê xwe li sêrêya Nê ya vî bajarî, bi bê hebûna ti belgeyeke yasayî hate girtin û bo cihekî nexuya hate veguhastin. 

Li gorî gotina çavkaniyeke agehdar, tevî derbasbûna hefteyek ji girtina vî welatiyê Kurd, ti zanyariyek derheq qedera wî li ber dest nîne û lipeyketinên malbata navbirî di vê derbarê de heya niha bê encam maye.

Heta dema belavbûna vê nûçeyê, ti zanyariyeke serast derheq sedemên girtin, tohmetên ku li dijî navbirî hatinî sepandin, cihê ragirtin û qedera vî welatiyê li ber dest nîne.


Di vî warî de zêde bixwînin