Girtîgeha Mehabadê; Berdewamiya girtina Xalid Mêhmandost tevî tekeziya pizîşkan bo berdana navbirî

18 June 2024 10:16

Hengaw; Sêşemî 18ê Hezîrana 2024an

Xalid Mêhmandost, welatiyê Kurd ê xelkê bajarê Mehabadê ku heyama 4 mehan e di girtîgeha Mehabadê de ye di rewşeke derûnî û fîzîkî ya xirab de ye û heya niha carekê jî hewla xwekuştinê daye û doktorê wî jî tekezî kiriye ku navbirî şiyana derbaskirina sizayê xwe nîne.

Pêka rapora ku gihaye bi Saziya Mafê Mirovî ya Hengawê, Xalid Mêhmandost ê welatiyê Kurd piştî veguhastin ji girtîgeha Îtilaatê  bo girtîgeha navendî ya Mehabadê hewla xwekuştinê dabû û rewşa tendirustiya wî baş nîne.

Li gorî çavkaniyeke agehdar, navbirî du caran rastî lêpirsîn û îşkencekirina tund di girtîgehên Îtilaatê li bajarê Mehabad û Urmiyê de hatiye.

Hengaw bi rêya çavkaniyên xwe ve agehdar bûye ku piştî têkçûna rewşa navbirî û hewla wî ji bo xwekuştinê pizişkên pispor tekezî kirine ku berdewamiya girtîgeha navbirî dê bibe sedema dubarebûna hewla xwekuştin û jidestdana canê wî, lê tevî vê yêkê dadwerê girtîgehê dijî serbestkirina navbirî ye.

Herwiha navbirî tûşî kêşeyên qirik û mîzdanê bûye û pêwîstî bi dermankirina bilez heye, Mêhmandost di heyama sê mehanên girtîgehê de ji mafê pêwendî û hevdîtin bi malbatê re bêpar e.

Hêjayî gotênê ye ku Xalid Mêhmandost di naverasta Zivistana par de ji aliyê hêzên Îtilaatê ve hatibû girtin û ji bo girtîgehên Îtilaatê li bajarên Mehabad û Urmiyê hatibû veguhastin û di dawiyê de ji bo girtîgeha Mehabadê hate veguhastin.


Di vî warî de zêde bixwînin