Bane; Welatiyekî Kurd ji ber teqîna bermayiyên şer jiyana xwe ji dest da

18 June 2024 12:38

Hengaw; Sêşemî 18ê Hezîrana 2024an

Welatiyekî Kurd ê bi navê Hadî Xunçedost yê xelkê bajarê Banê ji ber teqîna bermayiyên cebilxaneyî yên şerê Îran û Iraqê bi dijwarî birîndar bû, lê piştî veguhastin wî bo navendên dermanî jiyana xwe ji dest da.

Pêka rapora ku gihaye bi Saziya Mafê Mirovî ya Hengawê, roja Duşemî 17ê Hezîrana 2024an, Hadî Xunçedost yê temen 36 salî û xelkê gundê Zilê yê girêdayî bajarê Banê ji ber teqîna bermayiyên cebilxaneyî yên şerê Îran û Iraqê jiyana xwe ji dest da.

Li gorî çavkaniyeke agehdar, Hadî Xunçedost bavê sê zarokan bûye û di dema destêwerdana guleya Topa şer tûşî vê bûyerê bûye û piştî birîndarbûnê bo nexweşxaneya Selahedîn Eyûbî hatiye veguhastin, lê ji ber dijwarbûna birinên xwe jiyana xwe ji dest daye.


Di vî warî de zêde bixwînin