Ehwaz; Yasîn Mûsewî bi 15 sal girtîgehê hate sizadan

18 June 2024 23:25

Hengaw; Sêşemî 18ê Hezîrana 2024an

Yasîn Mûsewî yê nûbawerê ola Xirîstiyan û rûniştiyê bajarê Îze yê ser bi parêzgeha Xûzistanê, ji aliyê Dezgeha Dadwerî ya Komara Îslamî ya Îranê ve 15 sal girtîgeh bi ser de hate sepandin. Navbirî ji girtiyê tevgera "Jin Jiyan Azadî" ye.

Pêka rapora ku gihaye bi Saziya Mafê Mirovî ya Hengawê, di vê dawiyê de Yasîn Mûsewî yê nûbawerê ola Xirîstiyan ji aliyê Taya 3 a Dadgeha Şoreş a Ehwazê ve bi serokatiya Dadwer Fethîniya bi tohmetên weke "endametî di kom û girûpan de bi mebesta têkdana ewlehiyê û propagende li dijî hikûmetê bi rêya pêşxistina ola Xirîstiyan" bi giştî bi 15 sal girtîgehê hate sizadan.

Li gorî nûçeya Mihebet News, Yasîn Mûsewî di 24ê meha Kanûna 2023an de, digel komek ji nûbawerên ola Xirîstiyan ji aliyê îdareya Îtilaatê ve li bajarê Îze hatibû girtin û piştî 20 rojan bo girtîgeha Şîban a Ehwazê hatibû veguhastin.

Ev hevwelatiye di dawiyê de li 30ê Nîsana îsal bi danîna barimteyê û bi awayekî demkî heta dawî qonaxên dadgehê ji girtîgeha Şîban a Ehwazê hatibû berdan.

Yasîn Mûsewî di meha Mijdara 2022an de, di meşa tevgera "Jin Jiyan Azadî" de ji aliyê hêzên ewlehî ve li bajarê Îze hatibû girtin û piştre bi danîna barimteyê ji girtîgehê hatibû berdan. Navbirî beriya niha jî, ji ber çalakiyên xwe hatibû girtin û sizadan.


Di vî warî de zêde bixwînin