Îsfehan; Deh çalakvanên jin ên Behayî bi giştî bi 90 sal girtîgehê hatine sizadan

21 October 2024 17:09

Hengaw; Dûşemî 21ê Cotmeha 2024an

Deh hevwelatiyên jin ên Behayî yên rûniştiyên bajarê Îsfehanê yên bi navên Şana Şewqîfer, Nigîn Xadimî, Nida I`madî, Nida Bedexş, Arizû Sobhaniyan, Yêgane Rohbexş, Mujgan Şahrizayî, Perestû Hekîm, Yêgane Agahî û Behare Lotfî ji aliyê Dezgeha Dadwerî ya Komara Îslamî ya Îranê ve bi giştî bi 90 sal girtîgeh û sizayên din ên tevawker hatine sizadan.

Pêka rapora ku gihaye bi Saziya Mafê Mirovî ya Hengawê, di vê dawiyê de Taya Yekem a Dadgeha Şoreş a Îsfehanê her yek ji Nigîn Xademî ya 34 salî, Şana Şewqîfer ya 27 salî, Yêgane Agahî ya 31 salî, Perestû Hekîm ya 47 salî, Mujgan Şahrizayî ya 32 salî, Yêgane Rohbexş ya 19 salî, Arizû Sobhaniyan ya 48 salî û Nida Bedexş ya 60 salî bi 10 sal girtîgehê û valakirina 100 milyon Tumen pere siza daye û Behare Lotfî ya 27 salî û Nida I`madî ya 42 salî her yek bi 5 sal girtîgeh û valakirina 50 milyon Tumen pere hatine sizadan.

Pêka gotina çavkaniya Hengawê, ev sizaye ji ber ewlebûna dadnameyê, bi awayekî rasterast bi her yek ji van hevwelatiyên Behayî re hatiye ragihandin û wek sizayê tevawker her yek ji van 10 kesane bi çûna derveyê welat û bikaranîna torên civakî hatine sizadan.

Hengawê berê di raporekê de dabû zanîn ku, her yek ji van deh hevwelatiyên Behayî bi du tohmetên “propagende li dijî Komara Îslamî ya Îranê û çalakiyên banghêjî û perwerdeya berevajiya şerî`etên Îslamê” rû bi rû bûne. Herwiha mînaka tohmetên wekî “rêkxistina polên ziman, yoga, jîngehî, mûzîk, resim û fêrbûna ziman ji bo zarokan” hatine diyarkirin.

Hêjayî behskirinê ye ku, ev hevwelatiyên Behayî roja 23ê Cotmeha 2023an, ji aliyê hêzên ewlehî ve hatibûne girtin û her yek ji wan bi awayên cuda di heyama du mehan de, bi danîna barimteyê heta dawî qonaxên dadgehê ji girtîgehê hatibûne berdan.


Di vî warî de zêde bixwînin