Urmiye; Raporek derheq rewşa tendirustiya Samran Muxebirî ku bi gulleyên hêzên Spahê hatibû birîndarkirin

20 June 2024 11:38

Hengaw; Pencşemî20ê Hezîrana 2024an

Samran Muxebirî, kasibkarê ciwan ê Kurd û xelkê Serdeştê ku heftiya borî bi teqeya rasterast a hêzên Spaha Pasdaran hatibû birîndarkirin û ji bo nexwaşxanê hatibû veguhastin, rewşa tendirustiya wî xirab e.

Pêka rapora ku gihaye bi Saziya Mafê Mirovî ya Hengawê, evareya Pênşemî 13ê Hezîrana 2024an, Samran Muxebirî, kasibkarê temen 25 salî yê Kurd û xelkê Serdeştê ji aliyê hêzên leşkerî ve bi gumana hilgirtina kelûpelên qaçax trombêla wî hatibû gullebarankirin.

Li gorî çavkaniyeke agehdar, gulle li pişta Saman Muxebirî ketibû û bûye sedema birîndarbûna wî.

Ev kasibkarê ciwan carek li nexweşxaneya Xumeynî ya Urmiyê hatiye neştergerîkirin û ji ber dijwarbûna rewşa tendirustî ji bo nexweşxaneya Mîlad hatiye veguhastin.

Zarok û herwisa hevjîna Samran Muxebirî jî ku ducanî ye, ji ber vê rewşê di bin zextên fîzîkî û derûnî de ne.


Di vî warî de zêde bixwînin