Ceifer Emînî ji aliyê hêzên ewlehî ve li Bokanê hate girtin

20 June 2024 14:22


Hengaw; Çarşemî 19ê Hezîrana 2024an

Ceifer Emînî, girtiyê berê yê xelkê Bokanê ji aliyê hêzên ewlehî ve hate girtin û bo cihekî nexuya hate veguhastin.

Pêka rapora ku gihaye bi Saziya Mafê Mirovî ya Hengawê roja Şemî 15ê Hezîrana 2024an, hêzên ewlehî erîşî ser mala Ceifer Emînî é girtiyê berê yê siyasî û çalakvanê sivîl kirin û navbirî girtin.

Li gorî çavkaniyeke agehdar, di demjimêrên destpêka rojê de hêzên ewlehî bi bê hebûna ti belgeyekî yasayî ketine mala Emînî û navbirî girtine û bo cihekî nexuya veguhastine.

Lipeyketinên malbata navbirî derheq agehdarbûn ji çarenivîsa wî, heya niha bê encam maye.

Ceifer Emînî sala 2017an, di dema xwepêşandanên xelkê li dijî êrîşeêşa Tirkiyê ser bajarê Efrînê li bajarê Bokanê hatibû girtin û bi tohmeta propagendakirin li dijî hikûmetê  bi 6 meh girtîgehê hatibû sizadan.


Di vî warî de zêde bixwînin