Penaberekî Kurd piştî ku ji aliyê dewleta Norwêjê ve hate dîportkirin li Tirkiyê hewla xwekuştinê da

20 June 2024 18:06

Hengaw; Pêncşemî 20ê Hezîrana 2024an

Newrzad Elîmuradî, penaberê Kurd yê xelkê Serpêla Zehawê yê ser bi parêzgeha Kirmaşanê, piştî ku ji aliyê dewleta Norwêjê ve hate dîportkirin, li balafirxaneya Stenbolê hewla xwekuştinê da û niha proseya radestkirina wî bo Îranê hatiye rawestandin.

Pêka rapora ku gihaye bi Saziya Mafê Mirovî ya Hengawê, roja Çarşemî 19ê Hezîrana 2024an, Newrzad Elîmuradî yê penaberê Kurd ê 33 salî, di dema radestkirina navbirî bo Îranê de, li balafirxaneya bajarê Stenbolê yê ser bi Tirkiyê hewla xwekuştinê da.

Li gor çavkaniyeke agehdar, Newzad Elîmuradî piştî 8 salan li hêviya qebûlkirina daxwaza penaberiyê li kempa "Lîna" ya Norwêjê, roja borî bi balafirekê bo Tirkiyê hate veguhastin û radestkirina navbirî bo Îranê bi hewla xwekujiya wî bi awayekî demkî hate rawestandin.

Rewşa tendirustiya Newrzad Elîmuradî, piştî hewla xwekujiyê nediyar e û çarenivîsa wî jî nexuya ye. Navbirî endamê Hizba Demokrat a Kurdistana Îranê ye û eger bê dîportkirin, di bin metirsiya sizayên giran de ye.

Saziya Mafê Mirovî ya Hengawê tevî nîşandana dilgiraniya xwe ji radestkirina Newrzad Elîmuradî bo Îranê û egera îşkence û her cur sizayên nemirovane ji aliyê Komara Îslamî ya Îranê ve, daxwaza balkişandina bilez a saziyên navdewletî yên mafê mirovî û bi taybetî saziyên dakokîkarên penaberan dike.


Di vî warî de zêde bixwînin