Bokan; Îsmayîl Pûrebdulah ji aliyê hêzên ewlehî ve hate girtin

21 June 2024 19:37

Hengaw; Înê 21ê Hezîrana 2024an

Welatiyekî Kurd ê bi temen û xelkê bajarê Bokanê yê bi navê Îsmayîl Pûrebdulah, ji aliyê hêzên ewlehî yên Komara Îslamî ya Îranê ve hate girtin û bo cihekî nexuya hate veguhastin.

Pêka rapora ku gihaye bi Saziya Mafê Mirovî ya Hengawê, roja Sêşemî 18ê Hezîrana 2024an, Îsmayîl Pûrebdulah ê welatiyê xelkê bajarê Bokanê ji aliyê hêzên îdareya Îtilaatê ve hate girtin û bo cihekî nexuya hatiye veguhastin.

Li gorî gotina çavkaniyeke agehdar, ev welatiyê han ji aliyê hêzên ewlehî ve li mala xwe û bi bê hebûna ti belgeyeke yasayî hatiye girtin û lipeyketinên malbata navbirî li deheq agehdarbûn ji çarenivîsa wî heya niha bê encam maye.

Heta dema belavbûna vê nûçeyê, ti zanyariyeke serast derheq sedemên girtin, tohmetên ku li dijî navbirî hatinî sepandin, cihê ragirtin û qedera vî welatiyê li ber dest nîne.


Di vî warî de zêde bixwînin