Tehran; Girtin û lêdana Hoşmend Muradî yê welatiyê Kurd ji aliyê hêzên ewlehî ve

02 June 2024 10:44

Hengaw; Yêkşemî 2ê Hezîrana 2024an

Hoşmend Muradî, welatiyê Kurd yê xelkê Tikabê ku beriya niha du caran ji aliyê hêzên ewlehî ve hatibû girtin, carek din bi awayekî hovane li bajarê Tehranê hate girtin û bo cihekî nexuya hate veguhastin.

Pêka rapora ku gihaye bi Saziya Mafê Mirovî ya Hengawê, roja Çarşemî 29ê Gulana 2024an, Hoşmend Muradî yê welatiyê temen 29 salî yê xelkê Tikabê û rûniştiyê bajarê Tehranê ji aliyê hêzên ewlehî ve hate girtin.

Li gor gotina çavkaniyeke agehdar, hêzên ewlehî bi bê hebûna ti belgeyeke yasayî û bi awayekî hovane  navbirî girtine.

Heman çavkaniyê diyarî kiriye, ku hêzên ewlehî dest danîne ser telefona wî û mala wî jî bi tevahî hatiye vekolînkirin.

Navbirî di heyama sê salên borî de, bi hesabkirina vê carê, sê caran ji aliyê hêzên ewlehî ve hatiye girtin û di bin lêdan û îşkenceyê de bûye ku nûçeya girtina wî nehatiye medyayîkirin.

Hêjayî gotinê ye ku, ev welatiyê Kurd di dema binçavkirina demdirêj a sala borî de, rastî nexweşiyê hatibû. Hoşmen Muradî pişte berdanê jî mehekê di nexweşxaneyeke bajarê Tehranê de hatibû razandin.


Di vî warî de zêde bixwînin