Sînorê Sewlavayê; Kolberek bi gulleyên rasterast ên hêzên leşkerî hate kuştin

21 June 2024 19:51

Hengaw; Înê 21ê Hezîrana 2024an

Kolberekî ciwan ê xelkê bajarê Merîwanê yê bi navê Erkan Balwase di bilindahiya çiyayê Tete yê Sewlavayê de bi gulleyên rasterast ên hêzên leşkerî hate kuştin û kolberekî dinê jî yê bi navê Dana birîndar bû.

Pêka rapora ku gihaye bi Saziya Mafê Mirovî ya Hengawê, êvareya roja Pêncşemî 20ê Hezîrana 2024an, Erkan Balwase yê temen 29 salî û xelkê gundê Celîle yê girêdayî bajarê Merîwanê bi guleyên rasterast ên hêzên sînorî li bilindahiya çiyayê Tete yê ser bi bajarê Sewlavayê hate kuştin.

Pêka gotina çavkaniyek agehdar, Erkan Balwase tevî wê ku ti kelûpelek qaçax pê re nebûne hatiye gullebarankirin.

Termê vî kolberê ciwan piştî veguhastin bo nexweşxaneya Merîwanê, roja Înê 21ê Hezîrana 2024an li gendê wî bi axê hate spartin.

Herwiha kolberkî din ê bi navê Dana yê xelkê gundê Gilye yê girêdayî Merîwanê bi gulleyên rasterast ên van hêzan hate birîndarkirin.


Di vî warî de zêde bixwînin