Pawe; Çar welatiyên Kurd ji aliyê hêzên ewlehî ve hatine girtin

21 June 2024 23:28

Hengaw; Înê 21ê Hezîrana 2024an

Çar welatiyên Kurd ên bi navên Zana Seîdî, Areş Îbrahîmî, Şivan Ehmedî û Muqdad Bilbzanî, ji aliyê hêzên ewlehî yên Komara Îslamî ya Îranê ve hatine girtin û bo cihekî nexuya hatine veguhastin.

Pêka rapora ku gihaye bi Saziya Mafê Mirovî ya Hengawê, di heyama rojên borî de, herî kêm çar welatiyên xelkê bajarê Pawê yên bi navên Zana Seîdî, Areş Îbrahîmî, Şivan Ehmedî û Muqdad Bilbzanî ji aliyê hêzên îdareya Îtilaata vî bajarî ve hatine girtin û bo cihekî nexuya hatine veguhastin.

Li gorî gotina çavkaniyeke agehdar, ev welatiyane ji aliyê hêzên ewlehî ve bi bê hebûna ti belgeyeke yasayî û bi awayekî hovane hatine girtin û lipeyketinên malbatên van li deheq agehdarbûn ji çarenivîsên van çar welatiyan heya niha bê encam maye.

Heta dema belavbûna vê nûçeyê, ti zanyariyeke serast derheq sedemên girtin, tohmetên ku li dijî van hatinî sepandin, cihê ragirtin û qedera van çar welatiyan li ber dest nîne.


Di vî warî de zêde bixwînin