Serawan; Teqîna mînê bû sedema canjidestdana jineka Belûç

23 June 2024 22:38


Hengaw; Yekşemî 23ê Hezîrana 2024an

Mêhr Bîbî Siyahanî, jina Belûç ya xelka bajarê Serwanê bi sedema teqîna mîna ku ji aliyê Spaha Pasdaran a Komara Îslamî ya Îranê ve hatibû danîn jiyana xwe ji dest da. Di heyama 6 mehên borî de li ser sînorên Sîstan û Belûçistanê 7 kesan bi sedema teqîna mînê jiyana xwe ji dest dane.

Li gorî rapora ku gihaye bi Saziya Mafê Mirovî ya Hengawê, roja Înê 21ê Hezîrana 2024an, Mêhr Bîbî Siyahanî, jina Belûç a temen 70 salî û xelka gundê Petkûkî yê girêdayî bajarê Serwanê bi sedema teqîna mînê jiyana xwe ji dest da.

Li gorî nûçeya malpera "Halweş"ê, welatiya hanê li dema çêrandina ajelên xwe li devera Kilgan a Serweranê ji ber teqîna mînê jiyana xwe ji dest daye û termê vê li cihê nîştecihbûna wê bi axê hatiye spartin.

Li gorî amarên tomarkirî li Navenda Amar û Belgeyan a Saziya Mafê Mirovî ya Hengawê, ji destpêka sala 2024an ve heya niha (di heyama 6 mehan de), herî kêm 14 kes li ser sînorên Sîstan û Belûçistanê bûne qurbaniya teqîna mînê ku 7 kes ji wan jiyana xwe ji dest dane. Ji gelempera wan 14 kesên ku bûne qurbanî 7 ji wan hevwelatiyên Efxanî bûne.


Di vî warî de zêde bixwînin