Şehriyar; Sê çalakvanên kedkarî bi 6 sel girtîgehê hatine sizadan

24 June 2024 01:19

Hengaw; Yekşemî 23ê Hezîrana 2024an

Murteza Seîdî, Mihemed Îrannijad û Nesrulah Emîrlû, sê çalakvanên kedkarî ne ku ji aliyê Dezgeha Dadwerî ya Komara Îslamî ya Îranê ve bi giştî 6 sal sizayê girtîgehê bi ser wan de hate sepandin.

Pêka rapora ku gihaye bi Saziya Mafê Mirovî ya Hengawê, di vê dawiyê de Murteza Seîdî yê çalakvanê kedkarî yê Kurd û xelkê Kamêranê, Mihemed Îrannijad û Nesrulah Emîrlû, ji aliyê Taya 2 a Dadgeha Şoreş a Şehriyarê ve bi serokatiya dadwer Behram Penahî bi tohmeta "pêkanîna deste û girûp bi mebesta têkdana ewlehiyê" her yek ji wan bi 2 sal girtîgehê û bi giştî bi 6 sal girtîgehê hatine sizadan.

Kombûna pêregihîştin bi tohmetên wan çalakvanên kedkarî di roja 26ê Nîsana sala 2023an de hatibû lidarxistin û roja Şemî 22ê Hezîrana îsal sizayê girtîgeha wan bi awayekî fermî bi wan re hatiye ragihandin.

Murteza Seîdî û Nesrulah Emîrlû roja Înê 15ê Nîsana 2022an tevî çend çalakvanên din ên kedkarî ji aliyê hêzên ewlehî ve li bajarê Şehriyarê yê ser bi parêzgeha Tehranê hatibûne girtin.

Ev du çalakvanên kedkarî, di meha Gulana 2022an de, bi danîna barimteyê û bi wayekî demkî heta dawî qonaxên dadgehê ji girtîgeha Êvînê hatibûne berdan.

Mihemed Îrannijad jî, li 26ê Hezîrana sala 2022an, ji ber dosyeya xwe ya berê ji bo derbaskirina heyama sizayê girtîgeha xwe bo girtîgeha Êvînê hatibû veguhastin. Navbirî di dawiyê de roja 20ê Şibata sala 2023an ji girtîgeha Recayî Şehr ya Kerecê hatibû berdan.


Di vî warî de zêde bixwînin