Jinkujî; Kuştina jinekê bi sedema parastina namûsê li Sinê

25 June 2024 12:01

Hengaw; Sêşemî 24ê Hezîrana 2024an

Jineke Kurd a bi navê Nermîn Pîrhemen ji aliyê hevjînê xwe ve li Sinê, bi hênceta “parastina şeref û namûsê” û bi bikaranîna çeka sar û bi şêweyekî dilêş hate kuştin.

Pêka rapora ku gihaye bi Saziya Mafê Mirovî ya Hengawê, roja Yekşemî 23ê Hezîrana 2024an, Nermîn Pîrhemen, dayîka du zarokan û xelka gundê “Çem Sor” ê ser bi bajarê Sinê, ji aliyê hevjînê xwe yê bi navê Hîşmet Kelayî li ber nivîsîngeha vî bajarî bi çendîn derbeyên kêran hate kuştin.

Pêka gotina çavkaniyeke agehdar, bikuj piştî daxwazkirin ji hevjîna xwe bi mebesta amadebûn li nivîsîngehê bi mebesta cudabûnê, li wir amade bûye û li ciheke hilkeftî di navbera meydana Mader û şeqma Sîrûs de bi 20 derbên kêrê kuştiye.

Hengaw agehdar bûye ku Nermîn Pîrhemen ji çend meh beriya niha ve mala hevjînê xwe bi cih hêştibû û rûja bûyerê, bikuj bi hênceta rizamendî bo cudabûn ji hev qurbanî kêşaye şûna wê bûyerê û li wir li ber çavê xelkê bi çendîn derbeyên kêrê kuştiye.

Medyayên hikûmetî nûçeya binçavkirina bikuj belav kirine û wekî piraniya haletên jinkujiyê, sedema kuştina navbirî bi “pirsgirêka malbatî” bi nav kirine.


Di vî warî de zêde bixwînin