Îdrîs Dadres ji aliyê hêzên ewlehî ve li Merîwanê bi awayekî tundûtîjî hate girtin

25 June 2024 16:45

Hengaw; Sêşemî 25ê Hezîrana 2024an

Welatiyekî Kurd ê bi navê Îdrîs Dadres ê xelkê Merîwanê ji aliyê hêzên ewlehî yên Komara Îslamî ya Îranê ve bi awayekî hovane hate girtin û bo cihekî nexuya hate veguhastin.

Pêka rapora ku gihaye bi Saziya Mafê Mirovî ya Hengawê, roja Sêşemî 25ê Hezîrana 2024an, Îdrîs Dadres ê temen 47 salî û xelkê gundê "Serdoş" ê ser bi Merîwanê û rûniştiyê meydana Cîhad a vî bajarî di mala xwe de ji aliyê hêzên îdareya Îtilaatê ve hate girtin.

Li gor gotina çavkaniyeke agehdar, hêzên îdareya Îtilaatê, Îdrîs Dadres bi awayekî hovane li ber çavê hevjîn û pênc zarokên rastî lêdan û kutanê amîne.

Herwiha, di dema binçavkirina Îdrîs Dadres de, hin kelûpelên şexsî yên vî welatiyê weke telefona navbirî, ji aliyê hêzên îdareya Îtilaatê ve dest bi ser de hatine girtin.

Ji sedemên girtin û tohmetên ku li dijî vî welatiyê hatinî sepandin û herwiha cihê ragirtina navbirî heta dema belavbûna vê nûçeyê ti zanyariyeke serast li ber dest nîne.


Di vî warî de zêde bixwînin