Urmiye; Kolberekî Kurd bi tohmeta sîxurîkirin bo Îsraîlê bi îdamê hate sizadan

26 June 2024 17:03


Hengaw; Çarşemî 26ê Hezîrana 2024an


Îdrîs Alî, kolberê xelkê Serdeştê ku nêzî 3 mehan e di girtîgehê de ye, ji aliyê Dezgeha Dadwerî ya Komara Îslamî ya Îranê ve bi îdamê hatiye sizadan. Ev sizaye li ser îtirafa bi zorê ya di bin zext û givaşên Îtilaata Spaha Pasdaran de li dijî navbirî hatiye dayîn.

Pêka rapora ku gihaye bi Saziya Mafê Mirovî ya Hengawê, Îdrîs Alî yê temen 31 salî û bavê du zarokan, ji aliyê Taya 3 a Dadgeha Şoreş a Urmiyê ve bi tohmeta "sîxurîkirin bo Îsraîlê" bi îdamê hatiye sizadan.

Îdrîs Alî nêzî 3 meh berî niha ji aliyê hêzên Îtilaata Spaha Pasdaran ve li Serdeştê hatibû girtin û di dawiyê de bo beşa siyasî ya girtîgeha Urmiyê hatibû veguhastin.

Dosyaya Îdrîs Alî piştî nîşandana nerizayetiyê derheq sizayê darvekirinê bo Dîwana Bilind hate şandin. Navbirî heya niha ji mafên xwe yên sereke wek destpêregihîştin bi parêzer hatiye bêparkirin. 

Hêjayî baskirinê ye ku di vê dosyeyê de ji bilî Îdrîs Alî, 4 tohmetbarên din jî hene ku piştî midehekê ji binçavkirinê, bi danîna barimteyê hatine berdan.


Di vî warî de zêde bixwînin