Pîranşar; Girtin û nexuyabûna çarenivîsa Selah Sûrî ji aliyê hêzên ewlehî ve

26 June 2024 21:54

Hengaw; Çarşemî 26ê Hezîrana 2024an

Welatiyekî Kurd ê bi navê Selah Sûrî li bajarê Pîranşarê ji aliyê hêzên ewlehî yên Komara Îslamî ya Îranê ve hate girtin û çarenivîsa wî nexuya ye.

Pêka rapora ku gihaye bi Saziya Mafê Mirovî ya Hengawê, di heyama rojên borî de, Selah Sûrî, welatiyê xelkê Pîranşarê ji aliyê hêzên îdareya Îtilaatê ve bi bê hebûna ti belgeyeke yasayî li ser rêya Celdiyan a vî bajarî hate girtin û bo cihekî nediyar hate veguhastin.

Li gor gotina çavkaniyeke agehdar, hêzên ewlehî di dema binçavkirina vî welatiyê de dest danîne ser telefona navbirî. 

Heta dema belavbûna vê nûçeyê, ti zanyariyeke serast derheq sedemên girtin, tohmetên ku li dijî navbirî hatinî sepandin, cihê ragirtin û qedera Selah Sûrî li ber dest nîne.


Di vî warî de zêde bixwînin