Mirina Îbrahîm Reîsî; Hemîd Riza Arwane li Dêhloranê hate girtin

02 June 2024 14:44


Hengaw; Yekşemî 2ê Hezîrana 2024an

Welatiyekî Kurd ê bi navê Hemîd Riza Arwane ji aliyê hêzên ewlehî yên Komara Îslamî ya Îranê ve li bajarê Dêhloranê yê ser bi parêzgeha Îlamê hate girtin û bo cihekî nexuya hate veguhastin.

Pêka rapora ku gihaye bi Saziya Mafê Mirovî ya Hengawê, roja Înê 31ê Gulana 2024an, Hemîd Riza Arwane yê 27 salî û xelkê Dêhloranê di mala xwe de, ji aliyê hêzên Spaha Pasdaran ve bi bê hebûna ti belgeyeke yasayî hate girtin û bo cihekî nexuya hate veguhastin.

Hengaw agehdar bûye ku ev welatiye derheq mirina Îbrahîm Reîsî û belavkirina vîdyoyekê li ser tora civakî ya Instagramê hatiye girtin.

Li gor gotina çavkaniyeke agehdar, lipeyketinên malbata navbirî li derheq agehdarbûn ji çarenivîsa wî, heya niha bê encam maye.

Heta dema belavbûna vê nûçeyê, ti zanyariyeke serast, ji sedema girtin, tohmetên ku li dijî navbirî hatinî sepandin, cihê ragirtin û qedera vî welatiyê li ber dest nîne.


Di vî warî de zêde bixwînin