Nûrzad Elîmuradî careke din hewla xwekujiyê da û dîporkirina wî di dawî xulekan de hate paşxistin

29 June 2024 12:13

Hengaw; Şemî 29ê Hezîrana 2024an

Newrzad Elîmuradî, penaberê Kurd yê xelkê Serpêla Zehawê yê ser bi parêzgeha Kirmaşanê, ku çend roj beriya niha piştî dîportkirinê ji aliyê dewleta Norwêjê ve li balafirxaneya Stenbolê hewla xwekuştinê dabû, careke din di dema dîportkirina wî bo Îranê de her li wê balafirxaneyê hewla xwekujiyê da. Rewşa tendirustiya derûnî û cesteyî ya wî penaberê piştî du car paşxistina radestkirina wî cihê nîgeraniyê ye û egera dîportkirina wî bi şêweyekî micid di holê de ye.

Pêka rapora ku gihaye bi Saziya Mafê Mirovî ya Hengawê, roja Çarşemî 26ê Hezîrana 2024an, Nûrzad Elîmuradî, penaberê 33 salî yê Kurd bo cara duyem li balafirxaneya Stenbolê û di dema şandina wî bo Îranê de, hewl daye dawî bi jiyana xwe bîne.

Pêka gotina yek ji rêwîngên wê balafirê (TK 874), kompaniya hêla esmanî ya “Turkish Airlines”, piştî veguhastina Nûrzad Elîmuradî bi bikaranîna tundûtîjî ji aliyê çar polîsên Norwêjê ve bo nava balafirê, bi nîşandana nerazîbûna balafirvan û rêwîngan ve rû bi rû bûne û heta balafirvan bi nîşana nerazîbûnê derheq dîportkirina bi zorê ya vî penaberê Kurd ji deriyê çûnê yê awarte ve çûye derê û bi vî rengî dîporta Nûrzad Elîmuradî bo cara duyem hate paşxistin.

WÎ şahidhalê herwisa ragihandiye, ku Nûrzad Elîmuradî, li dawî xulekên veguhastinê bo nava balafirê bi mebesta dîportkirina bo Îranê, ku li ser kursiyê tekerdar hatibû girêdan, daxwaza hevkariyê ji xelkê kiriye û ji rêya birîna demara destê xwe ve hewla xwekuştinê daye û cesteyê wî bi tevahî xwînayî bûye û tevî wan hemûyan, bi bikaranîna tundûtîjî ve ji bo nav balafirê hatiye rakêşandin.

Herwisa ew penabere di dawî xulekên veguhastinê de hawar kiriye ku “dermanê aramkirinê yê bihêz li wî xistine û warê hişyariya wî nebaş e”. Yek ji rêwîngên wê geştê ji Hengawê re ragihandiye ku, fermanberên “Turkish Airlines”ê dest bi ser telefonên wan kesan de girtine ku di dema lêdan û kutana wî penaberî de fîlm hilgirtine û paşê ew fîlm reş kirine.

Newzad Elîmuradî piştî 8 salan li hêviya qebûlkirina daxwaza penaberiyê li kempa "Lîna" ya Norwêjê, roja Çarşemî 19ê Hezîrana 2024an, bi balafirekê bo Tirkiyê hate veguhastin û radestkirina navbirî bo Îranê bi hewla xwekujiya wî bi awayekî demkî hate rawestandin.

Navbirî endamê Hizba Demokrat a Kurdistana Îranê ye û eger bê dîportkirin, di bin metirsiya sizayên giran de ye.

Saziya Mafê Mirovî ya Hengawê tevî nîşandana dilgiraniya xwe ji radestkirina Newrzad Elîmuradî bo Îranê û egera îşkence û her cur sizayên nemirovane ji aliyê Komara Îslamî ya Îranê ve, daxwaza balkişandina bilez a saziyên navdewletî yên mafê mirovî û bi taybetî saziyên dakokîkarên penaberan dike.


Di vî warî de zêde bixwînin