Sine; Girtin û nexuyabûna çarenivîsa mamoste Hamid Ebasî

29 June 2024 22:49

Hengaw; Şemî 29ê Hezîrana 2024an

Yek ji çalakvanê olî yê xelkê Sinê yê bi navê mamoste Hamid Ebasî, hefteyek berî niha ji aliyê hêzên ewlehî yên Komara Îslamî ya Îranê ve hate girtin û çarenivîsa wî nexuya ye.

Pêka rapora ku gihaye bi Saziya Mafê Mirovî ya Hengawê, roja Şemî 22ê Hezîrana 2024an, mamoste Hamid Ebasî, pêşnimêjê Mizgefta "Şêx Reş" li taxa Nayser a bajarê Sinê hate girtin.

Li gor gotina çavkaniyeke agehdar, mamoste Hamid Ebasî, ji aliyê hêzên îdareya Îtilaatê ve hatiye girtin û bo cihekî nediyar hatiye veguhastin û lipeyketinên malbata navbirî derheq agehdrabûn ji rewşa wî bê encam maye.

Heta dema belavbûna vê nûçeyê, ti zanyariyeke serast derheq sedemên girtin, tohmetên ku li dijî navbirî hatinî sepandin û herwiha cihê ragirtina wî li ber dest nîne.


Di vî warî de zêde bixwînin