Ferhad Şêxî, girtiyê siyasî yê berê bi girtîgehê hate sizadan

30 June 2024 17:50


Hengaw; Yekşemî 30ê Hezîrana 2024an

Ferhad Şêxî, çalakvanê kedkarî yê Kurd û girtiyê siyasî yê berê yê xelkê Seqizê, ji aliyê Dezgeha Dadwerî ya Komara Îslamî ya Îranê ve bi salek girtîgehê hate sizadan. 

Pêka rapora ku gihaye bi Saziya Mafê Mirovî ya Hengawê, di vê dawiyê de Ferhad Şêxî yê xelkê bajarê Seqizê ji aliyê Taya 1 a Dadgeha Şoreş a Kerecê ve bi serokatiya dadwer Asef Husênî bi tohmeta "propagende li dijî Komara Îslamî" salek girtîgeh bi ser de hate sepandin.

Navbirî wekî sizayê tevaw, bi derneketin ji welat, dûrxistin bo bajarê Dîwanderê û qedexekirina jiyanê li parêzgehên Elborz û Tehranê her yek ji bo heyama du salan hatiye sizadan.

Ferhad Şêxî, di roja 2ê Cotmeha 2023an de jî, bi tohmeta "propagende li dijî Komara Îslamî ya Îranê" bo vê dadgehê hatibû gazîkirin.

Ev çalakvanê kedkarî roja Yekşemî 28ê Gulana 2023an, ji aliyê hêzên îdareya Îtilaatê ve li mala xwe ya li Heştgerd a bajarê Kerecê hatibû girtin û piştî midehekê ji girtîgehê hatibû berdan.

Navbirî di meha Çileya 2023an de, ji aliyê hêzên hikûmetê ve hatibû girtin û bo girtîgeha navendî ya Kerecê hatibû veguhastin. Navbirî di dawiyê de roja 7ê Tîrmehê hatibû efûkirin û hatibû berdan.

Ferhad Şêxî, beriya niha jî di 1ê Gulana 2019an de, hevdem digel roja cîhanî ya karkeran hatibû girtin û piştre bi danîna barimteya 250 milyon Tumenî û kefaleta 30 milyon Tumenî hatibû berdan.

Ev girtiyê siyasî yê berê di dawiyê de ji aliyê Taya 1058 a Dadgeha Keyferî a 2 a parêzgeha Tehranê ve bi tohmeta "têkdana aramî û asayişa giştî" bi 4 meh girtîgeh û pênc derbên qamçiyên ragirtî hatibû sizadan.


Di vî warî de zêde bixwînin