Girtin, îşkence û birîndarkirina kolberekî Kurd li ser sînorê Banê

30 June 2024 23:09

Hengaw; Yekşemî 30ê Hezîrana 2024an

Kolberekî ciwan ê xelkê bajarê Banê yê bi navê Şîrzad Çavşînî, ji aliyê hêzên leşkerî yên Komara Îslamî ya Îranê ve hate girtin û piştî îşkencekirin û dizîna kelûpelên wî, bi gulleyên rasterast ên saçmeyî bi giranî birîndar kirin.

Li gorî rapora ku gihaye bi Saziya Mafê Mirovî ya Hengawê, roja Şemî 29ê Hezîrana 2024an, hêzên ser sînorî yên cihgir li sînorê Hengejale yê girêdayî bajarê Bane, kolberekî Kurd ê bi navê Şîrzad Çavşînî ê 34 salî û xelkê bajarê Banê girtin û bi tundî rastî îşkencekirin û lêdanê anîn û herwisa dest bi ser telefona wî ya 1230 Dolarî de girtin.

Li gorî çavkaniyeke agehdar, hêzên leşkerî piştî îşkencekirin û lêdana vî kolberî Kurd, ew berdane û ji paş ve dest bi teqekirina li dijî wî kirine û navbirî ji aliyê pişt, ran û pê xwe ve bi giranî hatiye birîndarkirin.

Ev kolberê ciwan niha li yek ji navendên pizîşkî yên bajarê Banê di bin çavdêriya pizîşkî de ye.


Di vî warî de zêde bixwînin